| |
Menû |
|
|
|
|
|
Belgeyeke dîrokî: Hînkerê Zimanê Kurdî |
|
|
|
|
|
Anket |
|
|
|
|
|
Nûçeyên Berê |
|
|
|
|
|
ANKET |
|
|
"Kesên
ku dixwazin beþdarî Tevgera Ziman û Perwerdehiya Kurdî bibin, bila ji kerema vê
anketê tijî bikin û ji maila me ya berzo02@gmail.com
re biþînin"
Ji Bo Daxistinê Bitikîne!
|
|
|
|
|
HIÞMENDÎ |
|
|
|
|
|
Alfabeya Kurdî |
|
|
|
|
|
|  |
|
Daxwaza zimanê zikmakî wê dakeve qadan |
|
ERDOGAN ALTAN
 WAN (DÎHA) - Berdevkê Demê yê Tevgera Ziman û Perwerdehiya Kurdî (TZPKurdî) Qahir Bateyî, diyar kir ku di konferansa zimanê kurdî ya 2’yemîn de ji bo ku astengî û asîmilekirina zimanê kurdî re bêjin êdî bes e, wan bang li gelê kurd kiriye da ku ji bo perwerdehiya bi zimanê dayikê dakevin qadan. Bateyî, rêzeçalakiyên xwe yên der barê zimanê kurdî de ku wê li gelek bajêr û navçeyên herêmê pêk werin, aþkera kir û got: "Wê mitînga mezin a yekem, li bajarê Êlihê bi daxwaza mafê perwerdehiya zimanê kurdî bê lidarxistin."
Ji hêla TZPKurdî ve, di konferansa 27-28'ê gelawêjê de hate lidarxistin de, biryar hate girtin ku li gelek bajar û navçeyên rêzeçalakiyên ji bo þermezarkirina asîmilasyona li ser zimanê kurdî bêne lidarxistin. Di mitîng û meþan de dê rakirina astengî û asîmîlasyonê bê xwestin. Der barê mijarê de Berdevkê Demê yê TZP-Kurdî Qahir Bateyî agahî dan DÎHA'yê.
|
|
Zêdetir bixwîne... 03.09.2008 Saet: 13:09 (20 car hat xwendin)
|
|
|
Bi kurdî striya mehek ceza xwar |
|
| BALIKESÎR - Muzîsyen Nihat Sonmez ku di dawetan de stranên kurdî dibêje mehek cezayê girtinê û 3 hezar û 250 YTL 45 Ykr ceza xwar. Sonmez ku da zanîn ku biryar siyasî ye, anî ziman ku ev yek bêtehemuliya li hemberî zimanê kurdî ye. Sonmez, hewl dide dozê bibe Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME).
|
|
Zêdetir bixwîne... 25.05.2008 Saet: 00:54 (96 car hat xwendin)
|
|
|
Kurdî li cîhanê di rêza 31an de ye |
|
| Yek ji kovarên navdar ên li ser ziman ku li Fransayê weþana xwe dike Le Français Dans Le Monde, lîsteya ”Zimanên herî bi bandor û dewlemend ên cîhanê” weþand.
Li gor lêkolîna kovarê ku di hejmara wê ya 335an de hat weþandin, kurdî li gel hemû qedexekirinan jî, di nav bi hezaran zimanan de di rêza 31an de cî digire.
Krîterên kovarê yên ”zimanê bi bandor û dewlemend” jî, dema mirov zext û zorên li ser zimanê kurdî li ber çav bigire, gelek krîterên giran in. Krîterên bingehîn ên kovarê ev in: Hejmara mirovên ku wî zimanî bikar tînin, Rêzdariya wî ya li înternetê, Hejmara welatên ku lê zimanê fermî ye, Hejmara wergerên ku hatine kirin, Fîlm, muzîk û pirtûkên ku bi vî zimanî hatine çêkirin û weþandin û Pirtûkên rêzimanî û xebatên li ser ziman.
|
|
Zêdetir bixwîne... 18.05.2008 Saet: 01:12 (128 car hat xwendin)
|
|
|
Ji ber kurdî di der barê mizgeftê de lêpirsîn |
|
Ji ber tîpa ”X” di derbarê Camiyê de dozgeriyê lêpirsîn da destpêkirin
Li Amedê navçeya Bismilê, navekî kurdî dane camiyê û ji ber di nav wî navî de tîpa ”X” heye, Dozgeriya Komarê ya Amedê lêpirsîn da destpêkirin.
Li gor agahiyên ku hatine girtin, li gundê Dîktepeyê ku li ser navçeya Bismilê ye, bi berhevkirina alîkariyan camiyek hat çêkirin û navê "Xincika" li camiyê hat kirin.
|
|
Zêdetir bixwîne... 18.05.2008 Saet: 01:11 (122 car hat xwendin)
|
|
|
Ozçelik li meclîsa tirkan Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir |
|
| Parlamenterê DTPê yê Sêrtê Osman Ozçelîk di meclîsa tirkan de axaftineke ji derveyê rojevê kir û bi kurdî û tirkî Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir.
Parlamenter Ozçelîk di axaftina xwe de li ser 14ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî rawestiya, Mîr Celadet Alî Bedirxan mîna prensê kurd binav kir û bi bîr anî ku salvegera weþandina Kovara Hawarê li sirgûnê (1932) mîna Cejna Zimanê Kurdî tê pîrozkirin. Ozçelîk diyar kir ku ev cejin, alîkariya pêþveçûna zimanê kurdî dike. Ozçelîk her wiha balê kiþand ser Kovara Hawarê ku bi tîpên latînî hatiye weþandin û wêjevanên mezin ên kurd ên mîna Cegerxwîn, Osman Sebrî û Qedrîcan gihandiye.
|
|
Zêdetir bixwîne... 18.05.2008 Saet: 01:07 (128 car hat xwendin)
|
|
|
14ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî hat pîrozkirin |
|
14ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li Amed, Wan û Îzmîrê bi beþdariya girseya gel, bi daxuyaniya çapemeniyê hat pîrozkirin. Di daxuyaniyan de bal hat kiþandin ser zext û polîtîkayên asîmîlasyonê yên li ser kurdî. Her wiha hat daxwazkirin ku kurdî bikeve bin parastina Qanûna Bingehîn û bibe zimanê perwerdeyê. Di daxuyaniyê de ji kurdan jî hat daxwazkirin ku di têkiliyên rojane de bi kurdî biaxivin.
|
|
Zêdetir bixwîne... 18.05.2008 Saet: 01:06 (105 car hat xwendin)
|
|
|
Li Berlînê Konferansa Ziman |
|
YEKO ARDIL
BERLÎN - Bi mebesta 14 ê gulanê ku ji aliyê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê ve, di sala 2006 an de wek roja Cejna Zimanê Kurdî hate îlankirin de, konferanseke lêkolînî û zanistî ya ziman hate lidarxistin. Her wisa cejna Zimanê kurdî jî bi þahiyeke taybetî ve hate pîrozkirin. Konferansa Zimanê Kurdî ji aliyê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), Enstîtûya Kurdî ya ji bo lêkolîn û zanist ya li Almanya û Tevgera Zimanê û Perwerdehiya Kurdî (TZPKurdî) hate li darxistin.
|
|
Zêdetir bixwîne... 18.05.2008 Saet: 00:35 (145 car hat xwendin)
|
|
|
Pirtûka kete pirtûkxaneya TBMM’ê |
|
Li gorî agahiyan cara yekem pirtûkeke bi kurdî heke pirtûkxaneya meclisa Tirkiyeyê. Meclisê ji mebûsan, pirtûkên ku wan nivîsandine, yan jî wergerandine xwest. Li ser vê yekê Mebûsê DTP’ê yê Sêrtê Osman Ozçelîk jî pirtûka nivîskarê rûs Aleksander Soljenîtsîn a ku wî bi navê “Rojeke Îvan Denîsovîç” li kurdî wergerandibû ji pirtûkxaneyê re, ev pirtûk hate pejirandin û wekî yekemîn pirtûka bi kurdî di pirtûkxaneya meclisê de cih girt..
|
|
15.04.2008 Saet: 14:00 (32 car hat xwendin)
|
|
|
Zana: Heta kurdî nebe zimanê siyasetê bi pêþ nakeve |
|
Parlementera berê ya DEP'ê Leyla Zana ku di semînera, 'Ziman û Siyaset'ê de axivî, diyar kir ku heta kurdî nebe zimanê siyasetê, bi pêþ nakeve û mayînde nabe. Zana, xwest ku siyasetmedarên kurd kurdî di jiyana xwe ya rojane de bikin zimanê serdest.
|
|
Zêdetir bixwîne... 14.04.2008 Saet: 13:58 (183 car hat xwendin)
|
|
|
Li Brukselê Konferansa Wêjeya kurdî |
|
| Ji çar parçeyan wêjevanên kurd di konferansekê de tên cem hev. Konferans ji aliyê Enstîtuya Kurdî ya Brukselê ve tê amadekirin.Wêjevanên kurd dê di 18-19'ê mehê de li Brukselê di konferanseke bi navê "Li Brukselê Wêjeya Kurd" de bêne cem hev. Wêjevanên wekî Þahinê Bekirê Soreklî, Hêvî Berwarî, Hasan Kaya, Ferhad Pîrbal, Konê Reþ, Îbrahim Salman, Helîm Yûsiv dê di konferansê de amade bin. 18'ê nîsanê pêþî dê bi Wezîrê Çandê yê Almanyayê Bert Anciaux re bên cem hev û bi dû re tevî wezîrê alman dê hevdîtinek bi Komîserê Çandê yê Ewropayê Jàn Figel re pêk bînin û nameyekê pêþkêþ bikin.
|
|
Zêdetir bixwîne... 13.04.2008 Saet: 20:14 (145 car hat xwendin)
|
|
|
Li Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê dersên kurdî |
|
 Li Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ji bo kesên ku dixwazin zimane xwe hîn bibin, derfeta hînbûna zimanê kurdî pêk hat. Di bin banê Enstîtuya Kurdî de ji bo sê astan dersa kurdî heye. Kesên ku dixwazin dikarin serî li Enstîtuya Kurdî bidin.
|
|
Zêdetir bixwîne... 08.04.2008 Saet: 17:08 (305 car hat xwendin)
|
|
|
Ji zarokan re çîrokên bi kurdî |
|
Mizgîniya me li we zarokino!
Birêz Aynur Bozkurt çend çîrokên klasîk ên cîhanê ji bo zarokên Kurd amade kiribûn. Ev çîrok cara pêþîn tevî alîkariyên teknîk ên xebatkarên radyoyê, ji bo Radyoya Dengê Mezopotamya hatin amadekirin û li wê derê gelek caran hatin weþandin. Ji serê salê û vir ve jî, ev çîrok li ser malpera Dibistana Kurdî tên weþandin. Di destpêkê de mafê weþandina wan çîrokan bi tenê ji bo vê malperê hatibû dayîn da ku zêdetir zarok bikaribin wan çîrokan guhdarî bikin û jê sûdê wergirtin. Piþtî demeke pir nêzîk, ev çîrok li ser malpereke xweser dê bên weþandin, xebata wê ya li ser vê yekê dewam dike. Hûn dikarin bi pêlîkirina vê derê bigihîjin malpera Dibistana Kurdî û çîrokan guhdarî bikin an jî bixwînin. Birêz Aynur Bozkurt dibêje: “Min xwest ku ev çîrok bila bibin diyariya Cejna Newroza 2008'an ji bo zarokên kurd û hezkiriyên kurdî.” Em jî li ser navê malpera TZPKurdî spasiya xwe pêþkêþ dikin.
|
|
28.03.2008 Saet: 09:51 (38 car hat xwendin)
|
|
|
|
Gelî Welatparêzên Birûmet;
Newroza we pîroz be!
Di vê roja pîroz de çawa ku hûn ji dil û can li welat û nasnameya xwe xwedî derdikevin, em wekî TZPKurdî bi dilgermiya Newrozê ji we hêvî dikin ku hûn li dijî asîmîlasyonê jî bi heman hestan ala têkoþînê bilind bikin û li zimanê kurdî jî xwedî derkevin.
Gelî Welatparêzên Dilsoz!
Asîmîlasyon li dijî mirovahiyê sûcekî mezin e. Asîmîlasyon li ser gelê kurd wekî siyaseta înkar û tunekirinê tê meþandin. Lê mixabin gelek kes vî aliyê vê siyaseta asîmîlasyonîst û kujer nabînin, lewma girîngiyê nadin zimanê kurdî. Hemû jiyana xwe, têkilî û xebatên xwe bi tirkî dimeþînin, roj bi roj qada jiyanê li zimanê kurdî teng dikin. Bi vî awayî jî dibin þirîkên siyaseta înkar û tunekirinê.
|
|
Zêdetir bixwîne... 28.03.2008 Saet: 09:48 (219 car hat xwendin)
|
|
|
XELATÊN PÊÞBAZIYA BERHEMÊN WÊJEYÎ YA APÊ FEQÎ HATIN DAYIN |
|
 Xelatên kesên ku di pêþbaziya berhemên wêjeyî ya ji bo bîranîna Feqî Huseyîn Sagniç de bi ser ketine li Salona Dawetê ya Þamdan a li Mavî Plaza ya Wanê bi merasîmekê hatin dayîn. Serokê DTP'a Wanê Abdurrahman Dogar, Endamê PM'ya DTP'ê Îzzet Belge, Avakarê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê û NÇM'ê Îbrahîm Gurbuz, Serokê Rêxistina Navçeya Navendî ya DTP'ê Selahattîn Endakçi, Însiyatîfa Dayîkên Aþtiyê, YODER, Egîtîm Sen û nûnerên saziyên civakî yên sivîl jî di nav de nêzî hezar û 500 kes beþdarî merasîma vê pêþbaziya ku ji hêla Tevgera Ziman û Perwerdehiyê (TZPKurdî) ve ve hatibû lidarxistin bûn. Her wiha gelek kesên mîna Serokê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê Samî Tan, Zimanzan Zana Farqînî jî ji þevê re peyam þandin.
|
|
Zêdetir bixwîne... 13.03.2008 Saet: 14:39 (214 car hat xwendin)
|
|
|
XELATA ZIMANÊ KURDÎ YA APÊ FEQÎ AZADIYA WELAT GIRT |
|
 Desteya Rêveber a Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê bi daxuyaniyeke nivîvskî diyar kir ku wan îsal Azadiya Welat þayanî Xelata Zimanê Kurdî ya Feqî Huseyn Sagniç dîtiye. Her wiha dê îsal Xelata Ziman a Feqî Huseyn Saðniç di Þeva Salvegera Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê di mêjûya 18'ê avrêlê de were dayîn. Em daxuyaniya Desteya Rêveber a Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê li xwarê pêþkêþî we dikin.
|
|
Zêdetir bixwîne... 11.03.2008 Saet: 12:50 (204 car hat xwendin)
|
|
|  |
NIVÎSKAR |
|
| Cuma Çîçek Sami Berbang Abdurrahman Bakir Behlûl Zelal Jîr Dilovan Mevlut Aykoç Mustafa Borak Alaattin Aktaþ Amed Tîgrîs Haydar Diljen Mizgîn Bîngol Qahir Bateyî Tayîp Temel Yaþar ErogluElî OmerFewzî OzhanHaydar AmedîKemal UlusoyLorîn LoristanîOmer Dilsoz |
|
|
|
|
Bigere |
|
|
|
|
|
Girêdanên Kurdan |
|
|
|
|
|
|
|